Nivîskar Lokman Polat:
Şerê
me li dijî cuhuwan şaş bû
Gabar Çiya
Çanda
cuhuwan li Rojhilatanavîn yek ji wan çandên têra xwe kevnare, dewlemend û esîl
e. Mîna çanda kurdî, mafê parastin û pêşxistina çanda cuhuwan li ser xaka wan,
mafekî pîroz e.
Pir
eşkereye, ku dewletên cînar bi cuhuwan re ne dost in.
Helwêsta ereban û Îranê li dijî cuhuwan diyar e. Têkiliyên
Tirkiyê weke dewlet bi israîlê re hinekî baştir xuyanî dike. Lê divê neyê
jibîrkirin ku, têkiliyên dewletî, hinek caran têr nakin ku bibin navgîn/pir di
nav çandên cewaz de. Gelê tirk jî, mîna ereb û farisan ne dostên cuhuwan in.